The Legend

Hesen Şerîf (Hesen Şerîf ) هەموو بەشداربوان >

-

Hesen Şerîf di sala 1969an de li Başûrê Kurdistanê li gundê Kêste ku li parêzgeha Duhokê ye ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gund û bajarê Duhokê xwendîye lê mixabin ji ber hinek sedemên taybetî nikaribûye berdewam bike.

Hesen Şerîf ji zaroktiya xwe ve bûye evindarê stranên kurdî. Di yazdeh saliya xwe de dest bi lêdana tembûrê kirîye û di salên berdewam de jî ji gelek hunermendên kurd re bi tembûra xwe bûye alîkar ta ku di şazdeh saliya xwe de rêka xwe ya hunerî hilbijartîye. Hesen Şerîf di sala 1985 de berhema xwe ya yekemîn bi navê "Tembûra min" û di sala 1986 de jî berhama bi navê "Baran Barî" derdixe.