Rojne

Rojne - 30.01.2020 Hemû beş >


Rojne - 30.01.2020


Vê hefteyê wekî her gav Perîze bi xwarinên xwe, bi muzîka xwe jî Cêjwan li Rojneyê bû. Wekî din nivîskar Xalid Omer ku herî dawî pirtûka wî ya bi navê Xermaney Huner derket derbarê pirtûka xwe da axivî û lîstikvana rêzefîlma Mala Minê Stran bi navê xwe yê rol Asya beşdarî Rojneya îro bûn. Roj li Kurdistanê bi Rojneyê dest pê dike. Di nava hefteyê da her roj bi pêşkêşîya Gulîstan Mihemedemînê bi muzîk û mijarên cur bi cur tê pêşberî we. Her wiha her roj Perîze xwarineke cuda û xweş çê dike û bi mijarên balkêş çend mêvanên taybet jî tên mala we. Bernameya Rojneyê ji Yekşemê heta Pêncşemê di demjimêra 10:00ê da bi pêşkêşîya Gulîstan Mihemedemînê digel mijar û mêvanên xwe yên cur bi cur li ser ekranên AVA Entertainmentê ye!